13 Aralık 2010 Pazartesi

Cigerxwin

Cigerxwin


1928 yılında Kürtçe şiirler yazmaya başladı. 1925 Şeyh Said İsyanı’na katıldı, isyandan sonra bir grup Kürt aydın ve yurtseverle Suriye’ye gitti. 1937’de XOYBUN adında kurulan örgüt içinde yer aldı.

Asıl adı Şehmuz olan Cigerxwin, 1903'te Mardin’in Gercüş kasabası Hesarê köyünde doğdu. Ailece 1914 yılında Kamışlı’ya bağlı Amud nahiyesine göçtüler. Savaş sonrasında Suriye sınırları içinde kaldılar ve tekrar köylerine dönmediler. Küçük yaşlarda çobanlık ve ırgatlık yaptı. Toprak ağaları ve beyleri iyi tanıdı.

Halktan diğer insanlar gibi okul yüzü görmedi.

18 yaşında Diyarbakır’a geldi. Dini eğitimi veren şeyhlerin yanına gitti. 15 yıllık eğitimi 8 yılda tamamladı. Eğitim gördüğü her yerde Kürt halkının acı ıstıraplarını gördü. Medresede olduğu dönem Kürt kültür ve edebiyatını öğrendi, yazılı klasikleri tanıdı.

1928 yılında Kürtçe şiirler yazmaya başladı. 1925 Şeyh Said İsyanı’na katıldı, isyandan sonra bir grup Kürt aydın ve yurtseverle Suriye’ye gitti. 1937’de XOYBUN adında kurulan örgüt içinde yer aldı. Hawar dergisinde Cigerxwin isimiyle şiirler yazdı.

1949 yılında bir toplantıda komünistlerle tanıştı. Komünistlerle sıkı ilişki içinde çalışarak, 1957 yılına kadar Cizre İçin Barış Komitesi Başkanlığı’nı yaptı. Bu yıllarda Suriye Kürdistan Demokrasi Partisi’ne katıldı. Cigerxwin yaşamının sonuna kadar Suriye Kürdistan Demokrat Partisi Merkez Komitesi Üyesi olarak kaldı. 1961 yılında Irak’taki ulusal harekete yardım etti. Burada parti kadrolarını eğitti ve Kürdistan Akademisi’nde dersler verdi. Güney hareketi yenilince geri Suriye’ye döndü.

1973 yılında Suriye’nin baskısı karşısında Beyrut’a geçti ve tutuklanmaktan kurtuldu. 1979 yılında Stockholm’a geçti ve çalışmalarını burada sürdürdü.


Cigerxwin, İkinci Dünya Savaşı’ndan sonraki şiirlerinde Kürt işçi ve köylülerin Kürt burjuvalarına ve toprak ağalarına karşı verdiği mücadeleyi işledi. Bu şiirlerindeki devrimci öz, bütün ülkenin işçilerinin mücadelesini yansıtıyordu. Cigerxwin’in birçok romanı ve şiir kitabının yanı sıra araştırma kitapları da vardır. Kürtçe sözlük hazırlayan Cigerxwin’in 16 tane Kürtçe eseri vardır.

Sosyalist, araştırmacı ve şair olan Cigerxwin, 22 Ekim 1984’te Stockholm’da öldü.


Di sala 1903'an de li gundê HESARÊ li Kurdistana Bakur, hatiye Dinê.


Di sala 1920an de desbi xwendina Olî kir, û li Kurdistana Binxetê, Başûra mezin û Kurdistana Îranê jî li xwendinê geriya ye, û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kir.


Di sala 1937-1938an de, wî û hevalên xwe Komelak li bajarê Amûdê vekirin, û komela wan gelek berepêş ve çû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd Firansizan ew komele girt.


Di sala 1948an de Cegerxwîn bû hevalê Partiya Komonîst a Sûrî.


Di sala 1949an de cara yekemîn Cegerxwîn hatiye girtin.


Di sala 1950 î de Cegerxwîn dikeve Civata Aştîxwazan.


Di sala 1957an de Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de wî û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazkirin û piştî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe fesix dikin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.


Di sala 1959an de sê salan dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê.


Di sala1962an de hukûmeta Îraqê bera wî dide û ew û zarokên xwe vedigerin kurdistana Binxetê, û li wir Cegerxwîn tê girtin.


Di sala 1963an de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezzê li bajarê Samê, lê pistî pêlakê tê berdan lê wî Surginî bajarê Siwêda nav Durziyan dikin, lê pistî pêlake ne dirêj vedgere Bajarê Qamişlo.


Di sala 1979an de Cegerxwîn li Siwêdê di bi mihacir û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li diqedîne.


Di 22-10-1984'an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe.

Kîme ez?

Kurdê Kurdistan
Tev şoreş û volqan
Tev dînamêtim
Agir û pêtim.
Sorim wek etûn,

Agir giha qepsûn.
Gava biteqim
Dinya dihejî.
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî.
Kîme ez?

Ez im rojhilat,
Tev birc û kelat.
Tev bajar û gund,
Tev zinar û lat.

Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar,
Xurt û koledar.

Ji Rom, ji Fireng,
Di rojên pir teng,
Bi kuştin û ceng.

Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîme ez?

Rojhilatê nêzîk,
Rojhilatê navî,
Ev bajar û gund,
Ev bej û avî,
Ket bin destê min,
Pî da ser dijmin,

Min bi ceng û şer
Zanîn û huner
Pişta wî şikand,
Serî lê gerand!

Ez bûm padîşah,
Xurt û serbilind
Ketin destê min ta sînorê Hind.
Kîme ez?
Kîme ez?

Kurdê serfiraz
Dijminê dijmin
Dostê aştîxwaz.
Ez xweş mirovim,
Ne hirç û hovim!

Lê çibkim bê şer
Dijmin naçî der.
Bav û kalê min
Dijîn tev serbest,
Naxwazim bijîm
Ta ebed bindest.
Kîme ez?

Divê ez derkevim
Dijminê xwînxwar,
Şahê efyûnkêş,
Jontirkê dijwar,
Serbest bijîm ez
Wek hevçaxê xwe.
Dilxweş bixum ez,
Rez û baxê xwe.
Çekan hilgirim derkevim meydan,
Rêcek nû çêkim ji boyî insan.
Kîme ez?

Ez im ê şikand leskerê Rêşar,
Min bi xwîna xwe parastî ev war.
Di sînga dijmin ez bûme kelem,
Xwe dan siya min Turk û Ecem.

Li ser serê min
Sinbil û kulah,
Serê hespê min
Digirt padîşah!
Ez im ew gernas,
Ew Selahidîn
Bi pirs ji dimyat,
Bi pirs ji Hetîn,
Kîme ez?

Ez im Erdeşîr,
Ew Noşîrewan,
Kesrayê mezin.

Bê tac û eywan,
Dostê kevnare
Ku bûne dijmin,
Ser di tewandin,
Ber agirê min.

Ez im ew qelaş xurt û pehlewan,
Xerac min distand ji Hind û Yewnan!
Kîme ez?

Ez im ew gernas, ez im ew mêrxas,
Belê ez im Kurd
Îro ez mame
Bindest û zigurd!
Ew tac û eywan
Tev çûn û rizîn,
Dijmin nav û deng
Tev ji min dizîn!..

Xistin laşê min mîkrobên teres,
Ta bûm perîşan, bê nav û nekes.
Kîme ez?

Ez im ew Kurdê serhişk û hesin,
Îro jî dijmin ji min ditirsin!...
Bîna barûdê
Kete pozê min.
Dixwazim hawîr,
Biteqim ji bin,
Dîsa wek mêra,
Bikevin çiya.

Naxwazim bimrim,
Dixwazim bigrim.
Kurdistana xwe
Axa Mîdîya,
Kîme ez?

Kawey hesinkar bav û kalê min,
Perçiqand serê zehakê dijmin.
Ji gerdena Kurd
Wî şikand zencîr,
Serê me parast,
Ji birîn û şûr!

Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz,
Goya dibêjin:-Ew roje nûroz...
Zivistan diçî,
Ew rojên ne xweş
Parêz dibî Kurd,
Ji dêwê zergeş.

Wesan dibêjî Zerdetê rêzan,
Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan!
Kîme ez?

Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz,
Divê bistênim,
Wilo nemênim,
Bigrim tol û doz

Fermandar bim ez,
Li ser Kurdistan,
Bo min bimênin
Ev bax û bustan.

Ev şax û ev dest,
Rez û şînahî
Bigrim destê xwe,
Dilxweş û şahî.
Zana û xwenda,
Dezgevanên xurt
Vî warî bigrin,
Bikin ronahî,
Kîme ez?

Ez im ew Kardox Xaldêwê kevnar,
Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar.
Ez im ew Lolo,
Kardox û Kudî,
Ez im Mad û Goş,
Horî û Gudî.

Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor,
Ez im, ez Kurd im li jêr û li jor.
Çend hezar salin
Kurdistana min
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin!
Kîme ez?

Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc
Ji dest xwe berdan ew text û ew tac,
Bûne olperest,
Bi tizbî û xişt.
Ta dijmin şikand
Li me ser û pişt.

Me dan bin lingan dewlet û hebûn,
Bûn dijminê hev perçe perçe bûn.
Ta ku Kurdistan,
Ta ku Kurdistan
Jar û perîşan
Ket e bin destan!
Kîme ez?

Ez im ew milet, ez im ejderha,
Ji xewa dîlî şiyar bûm niha.
Dixwazim wek mêr
Dixwazim wek şêr
Serê xwe hildim,
Çi ser bilindim.
Bi cîhan carek
Ez bidim zanîn,
Rêçika Markîs,
Rêçika Lenîn.

Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem,
Kurê Salar û şêrgoh û Deysem.
Bejin bilindim,
Wek dêw bilindim.
Ez dest dirêjim,
Serbest dibêjim.
Dixwazim bi lez
Gavan bavêjim!..
Kîme ez?

Ne xwînxwar im ez haştî xwaz im ez,
Serdarê meye gernas û nebez.
Em şer naxwazin,
Divên wekhevî,
Em paş ve naçin,
Dijmin direvî!..

Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan, bimrî koledar!
Kîme ez?

(Cigerxwîn, Dîwana Sêyemîn, Kîme ez 1973)

0 yorum :